Kanûn 05, 2020 09:36 Asia/Tehran
  • Serdrûd; Paytexta tabloferşa cîhanê

Bajarê Serdrûdê wek mezintirîn berhemênera tabloferşên cîhanê li Parêzgeha Azerbaycana Rojhilat li bakurê rojavayê Îranê ye.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Bajarê sê hezar salî yê Serdrûdê di 8 kîlomitiriya başûrê rojavayê Tebrîzê li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat e û 35 hezar kes gelheya wî bajarî ye.

 

Zêde ji sedî 85ê Tabloferşên Îranê li bajarê Serdrûdê tên çêkirin.

Di dema niha da derdora 800 kargerhên berhemanîna tabloferşên qerase û nefîs li bajarê Serdrûdê mijûl in. Ewna berhemên xwe dişînin welatên Çîn, Japon, Almanya û welatên derdora Kendava farsê û başûrê rojhilatê Asyayê.

Dîmenên xwezayî, heywan, gul, mirov, rûyê mirovan û nîgareyên hunermendên nasyar ên cîhanê ji dîzaynên tabloferşan e ku herî zêde tên bikaranîn.

Serdrûd wek paytexta Tabloferşa cîhanê tê naskirin.

 

Serepeyv