Kanûn 01, 2020 11:11 Asia/Tehran
  • Li Silêmaniyê; Xelata Karo dan nivîskar Ehmed Mihemed

Nivîskar Ehmed Mihmed hêjayî Xelata Karo ya Baştirîn Nivîskar hate dîtin. Nivîskar Ehmed Mihemed yê ku temenê wî 77 sal e û hejmara pirtûkên ku bi wî bi xwe nivîsandî û yên wergerî li dor 50 hebî ye.

Li gorî rapora Malpera Diyarname'yê ji zarê Roj Newsê, Roja 28'ê mehê êvarkî li Hola Malbenda Rewşenbîrî ya Silêmaniyê, merasîma Xelata Karo ya Baştirîn Nivîskar hate lidarxistin. Di merasîmê de gelek nivîskar û welatî amade bûn.

Xelata Karo ya ku ev du sal in ji aliyê Çapxaneya Karo ve bi armanca nasandina nivîskarên di wêjeya kurdî de xwedî ezmûn li dar dixe, îsal pêşkêşî Nivîskar Ehmed Mihemed Îsmaîl hate kirin.

Di destpêka merasîmê de Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir li ser rola nivîskaran a di wêjeya kurdî de axaftinek pêşkêş kir. Heval Ebûbekir got, “Wêje parçeyek e ji bajarê Silêmaniyê. Ji ber hewildan û pêşketina nivîskaran Silêmanî wekî bajarê wêjeyê hatiye naskirin.”

Piştre Xelata Karo ya Baştirîn Nivîskar ji aliyê Nivîskar Mardîn Omer ve bo pêşkêşî nivîskar Ehmed Mihemed Îsmaîl hate kirin. Her wiha di merasîmê de pirtûka nû ya Ehmed Mihemed ya bi navê ‘Xewne bêserûberekan’ hate nasandin û belavkirin.

Merasîmê piştre bi gotina stran û muzîkê berdewam kir.

Îsmaîl kî ye?

Nivîskar Ehmed Mihemed Îsmaîl di sala 1943’yan de li gundê Hefte Xarî yê navçeya Xurmato hatiye dinê. Sê zarokên wî hene, heta niha 50 pirtûkên ku piraniya wan çîrok in, nivîsîne yan jî wergerandine.

 

 

Serepeyv