Mijdar 27, 2020 17:19 Asia/Tehran
  • Guleştgirê îranî, herî hezkirî li cîhanê

Guleştgirê serketî yê îranî di rapirsîna Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê da wek guleştgirê ferengî yê herî hezkirî li cîhanê hat bijartin.

Li gorî rapora roja Îniyê ya IRNAyê, Hemîd Sûriyan, guleştgirê îranê, xwediyê heft mîdalên zêrê yên cîhan û Olempîkê di rapirsîna Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê wek guleştgirê ferengî yê herî hezkirî li cîhanê hat bijartin.

Ev dengwergirtin ji di navbera 16 guleştgirên sereke yên cîhanê da pêk hat.

Sûriyan di vê rapirsînê da zêde ji sedî 70ê dengan bi dest xist.

Didawiya vê rapirsînê da Hesen Yezdanî guleştgirê îranî, xwediyê 3 mîdalên zêrê yên cîhan û Olempîkê wek guleştgirê azad ê herî hezkirî li cîhanê hat naskirin.

 

Serepeyv