Mijdar 26, 2020 18:08 Asia/Tehran
  • Heft roj şîna futbolê li Arjantînê bi zendbendên reş ji bo

Federasyona Futbolê ya Arjantînê piştî mirina Diego Maradona, heft roj şîna futbolê ragihand û li gorî daxuyaniya ku li ser malpera rêxistinê hatiye weşandin, di vê heyamê de hemî lîstikvan dê zendbendên reş li xwe bikin.

Li gorî IRNA, Federasyona Futbolê ya Arjantînê di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku ew bi biryar e ku biryara xwe ya serbixwe li gorî biryara hikûmetê ya ser şîna neteweyî ya sê-rojî bicîh bîne û her weha destnîşan dike ku lîstikvan di vê maweyê de dê di hemî pêşbirkeyan de zendbendên reş li xwe bikin. 

Wekî din, hemî nivîsgeh û navendên werzîşê yên girêdayî Federasyona Futbolê ya Arjantînê girtî dimînin û ji hemî klûb û lîgên çalak ên li welêt hat xwestin ku biryarê wekî nîşana rêzgirtina ji Diego Maradona re bi cih bînin.

Li aliyek din, rêxistina Lîga Pisporî ya Fûtbolê ya Arjantînî jî di biryarekê de ragihand ku Kûpaya Sûper Lîgê ya niha ya vî welatî dê bi "Diego Armando Maradona" were binavkirin.

Maradona ku di dema mirina xwe de 60 salî bû, rojên dawiya jiyana xwe bi berpirsiyariya klûba Arjantînî Ligue 1 Gymnasia Laplata re derbas kir.

Fûtbalîstê efsanewî şeva borî (Çarşem) ji ber krîza dil mir.

Serepeyv