Mijdar 25, 2020 22:37 Asia/Tehran
  • Ji ber koça dawî ya Maradona, sê rojan şîna giştî li Arjantînê hat ragihandin

Albêrto Fêrnandêz Serokomarê Arjantînê bi peyamekê tevî sersaxîdana ji ber koça dawî ya Maradonayê, 3 rojan Şîna Giştî ragihand.

Li gorî rapora IRNAyê, koça dawî ya Maradonayê bandor li tevahiya gelê Arjantînê kiriye û li gorî hin nûçeyan gel bi nîşana nerihetiyê derketiye nav kolanan.

Her wiha koça dwî ya Maradona tûşî berteka kesayetiyên nasyar ên cîhana Fûtbalê bûye.

Medyayên arjabtînî berêvara Çarşemiyê qala koça dawî ya Diyêgo Armando Maradonayê 60 salî ji ber Kêşeya Dil kirin.

Maradona ji baştirîn lîstikvanên dîroka Fûtbalê û stêrka dehika heştê ya Mîladî dihat zanîn û hertim gelek ji lîstikvan û rahênerên nasyar, karzan, kovarên taybet ên Fûtbalê û alîgirên vê çiqa werzişê wî wek baştirîn lîstikvanê tevahiya serdemên Fûtbalê dizanin.

 

Serepeyv