Li Stenbolê, Pêşangeha 'Kêliyên Neqandî' vebû
Di vê pêşangehê de wêneyên serdemeke hene: Ji Tirkiyê dîmenên mirov, masîgir, xanî, rê, kuçe, sûk û qehwexaneyan...
Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Em qala pêşangeha fotoyên Şakir Eczacibaşi dikin ku di pêşangehek de careke din derketin pêş fotohezan.
Şakir Eczacibaşi di sala 1929'an de hatiye dinê û di sala 2010'an de wefat kiriye. Wî di sala 1953'yan de di paşgoya rojnameya Vatanê "Sanat Yapragi" de cih girtiye û ji bo wî serdemeke nû dest pê kiriye. Eczacibaşi di salên 1960'an de bi fotoyê re eleqedar bûye. Heta miriye jî pêre eleqedar bû. Li Tirkiyê 15 û li hin welatên derveyî Tirkiyê 25 pêşangehên wî vebûne.
Çend pirtûkên wî yên fotoyan jî hatin çapkirin: "Anlar/Moments" ('Bîranîn', 1983), "Turkiye Renkleri" ('Rengên Tirkiyê', 1997), "Kapilar ve Pencereler" ('Derî û Pencere', 2001), "Bir Seçki: 1965–2005" ('Neqandinek: 1965-2005", 2005).
Pirtûka wî bi navê "Çagrişimlar, Taniklar, Dostluklar" ku berî wefatê wî temam kiribû, piştî wefata wî di rezbera 2010'an de hat weşandin.
Şakir Eczacibaşi di nav avakarên Komeleya Turk Sînematek de cih girt. Paşê wekî Serokavakarê ÎKSV'ê (Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê) kar kir û bi salan ked da qada sînemayê.
Niha di 10'emîn salvegera wefata wî de fotoyên wî bi pêşangehek li pêşberî fotohezan in.
Pêşangeh li Îstanbul Modernê bi navê "Kêliyên Neqandî" vebû.
Seroka Lijneya Rêveberî ya Îstanbul Modernê Oya Eczacibaşi ji bo vekirina pêşangehê wisa got; "Di 10'emîn salvegera wefata Şakir Eczacibaşiyê ku kedek mezin daye cîhana çand û hunerê em bi bîranînên ku ji objektîfa wî derketine bibîr tînin. Ligel piralîbûna şexsiyetê xwe, wî di nav dîroka fotografkariya Tirkiyê de bi girtina lêpirsînê ya şiklê fotografê cih girtiye; em pêşangeha ku wî xebatên guherîna jiyana rojave, nediyarî û guherînên din girtine li Îstanbul Modernê pêşkêşî temaşevanan dikin ku bi vê em kêfxweş in."
Pêşangeh di navbera dîroka 25 sermawez 2020 - 31 adar 2021'ê de dê vekirî be. Di pêşangeha ku kuratoriya wê Bulent Erkmen kiriye de li dor 300 fotograf hene.
Di pêşangehê de li dor 300 fotograf hatine pêşkêşkirin.