Mijdar 25, 2020 09:06 Asia/Tehran
  • Teknîk dîrektorê îranî yê Dalkurdê rahêneriya Tîma Fûtbala bin 21 salî ya Swêdê girt ustiyê xwe

Teknîk dîrektorê ciwan ê îranî rahêneriya Tîma Fûtbala bin 21 salî ya Swêdê girte ustiyê xwe.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya Malpera "Varzesh3", Pûya Esbeqî teknîk dîrektorê îranî ku beriya vêya bi rahêneriya tîma Fûtbala Dalkurd a Swêdê navê xwe wek ciwantirîn rahênerê derveyî yê dîroka Fûtbala Swêdê derxist, ji aliyê Federasiyona Fûtbala vî welatî va wek Teknîk Dîrektorê Tîma Fûtbala bin 21 salî ya Swêdê hat nasandin.

Bijartina vî rahênerê cewan ê îranî jibo rahêneriya Tîma Fûtbala bin 21 salî ya Swêdê di halekî da ye ku vê tîmê derda Îtalyayêû nekarî destûra amadebûna  di qonaxa dawiyê ya Kupa Gelên Ewropayê di çiqa bin 21 salî da bi dest bixe.

Esbeqî di 23 saletiyê da lîstina Fûtbalê danî aliyekî û berê xwe da rahêneriyê.

Teknîk dîrektorê cewan ê îranî sala 2016an piştî demekê destyariya teknîk dîrektor li Tîma Dalkurdê di halekî da ku tenê 31 salî bû, bi qebûlkirina rahêneriya vê tîmê, wek  teknîk dîrektorê herî cewan ê derveyî di dîroka fûtbala Swêdê da hat naskirin.

 

Serepeyv