Li Stenbolê ‘Maratona Xezalan’ birêve çû
Çalakiya werzîşê ya li nava daristanê bi navê “Weke Xezalan Bibeze “ ku hersal tê lidarxistin îsal di bin bergiriyên Koronayê de birêve çû.
Maratona Xezalan ku her sal li nava Daristanên Belgradê ku li Stenbolê ye tê amadekirin îsal careke din bi eleqeyek balkêş, di bin baranê de û bi rûyên bi maske hate sazkirin. Him beşdar û him jî hemû werzişvan bi maske beziyan.
Qedexeyên Koronayê dikin ku xelk li hundirê malan asê bimînin. Bi mehên dirêj zarok û mezin bi hewesa xweza û daristanê man. Hemû beşên jiyanê para xwe ji vê rewşa ne normal stendin. Her ku diçe jî merc metirsîdar dibin. Dîdariyên di bin kontrolê de dibin derfet bo derketina xwezayê
Maratona Xezalan her sal li nava vê daristanê birê ve diçe. Di gelek kategoriyan de xelk dibeze. Tevî baran û heriyê jî bûyîna li nava xweza yê berdêla her tiştî ye. Ne tenê mezin lê zarok û heta heywan jî ji nava dîwaran derketine. Bo rojekê bibe jî ew hewa û rizgarbûna ji bajêr dibe nefes