Mijdar 23, 2020 23:36 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê; Şanogerê navdar Haldun Dormen bi vîrusê ket

Hat ragihandin ku testa şanogerê navdar Haldun Dormen pozîtîf derketiye. Lê rewşa wî niha baş e.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Dormenê 92 salî ji ser hesabê xwe yê tora civakî re wisa nivîsî: "Ez hîn bûm ku testa min a ku duh me kir pozîtîf derket lê rewşa min baş e. Doktorên min piştî kontrolê gotin her tişt ber bi başî ve diçe. Em li ku derê bibin bila bibin ji kerema xwe re em xwe û yên derdora xwe biparêzin, hay ji maske û navberê hebin. Em hemû bi hev re emê bikaribin bi vê vîrusê."

Kurtedemek berê lîstikvanê navdar Şener Şen, dîsa lîstikvan Timuçin Esen, Eser Yenenler, Nilgun Belgun, Ayşenil Şamlioglu, Macit Sonkan, Irmak UNal, ji stranbêjan Zulfu Livaneli, Îrem Derîncî, Selçuk Balci, Altay jî bi vîrusê ketibûn.

Serepeyv