Mike Tyson piştî 15 salan vedigere rîngê
Şampiyonê boksê yê sikleta giran ê berê Mike Tyson bi pêşbirka nûmayişê ya ku dê 29ê Mijdarê roja yekşemê bi Roj Jones ra bike, piştî 15 salan cara ewil dê derkeve rîngê.
Li gor Ajansa Anadoluyê ya Tirkiyê, Pêşbirk dê li Dignity Health Sports Parka li Los Angelsa bajarê Amerîkayê bê lidarxistin û ji kenala S Sport Plusê zindî bê weşandin.
Pêşbirkeya di navbera Tysonê 54 salî yê ku herî dawîn di 2005an da derket pêşbirkê û Roj Jonesê 51 salî yê ku 2 sal e boksê nake da, dê 8 raunt bibe.
Tysonê ku di kariyera wî da 50 serkeftin û 6 têkçûnên wî hene di 1986an da dema 20 salî bû Trevor Berbîck navakot kiribû û bibû "qehremanê herî ciwan a sikleta giran".
Jonesê ku di çar sikletên cuda da kembera qehremaniyê qezenc kiriye 66 caran bi ser ketiye û 9 caran mexlûb(binketî) bûye.