Fûtbalîstekî din ê misrî jî bi Vîrûsa Koronayê ket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i321471-fûtbalîstekî_din_ê_misrî_jî_bi_vîrûsa_koronayê_ket
Piştî Muhemed Selah, dor gihîşte Muhemed El-Nenî duyemîn lîstikvanê nasyar ê fûtbalê misrî ku bi Koronayê bikeve.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 17, 2020 06:47 Asia/Tehran
  • Fûtbalîstekî din ê misrî jî bi Vîrûsa Koronayê ket

Piştî Muhemed Selah, dor gihîşte Muhemed El-Nenî duyemîn lîstikvanê nasyar ê fûtbalê misrî ku bi Koronayê bikeve.

Li gorî rapora ISNAyê ji zarê malpera erebî ya Kureyê, Federasiyona Fûtbala Misirê tûşbûna Muhemed Nenî bi KOVÎD-19ê piştrast kir û bi vî awayî ev lîstikvan jî dê negihêje pêşbirka bi Togoyê ra.

Pêştir jî Muhemed Selah fûtbalîstê din ê binavûdeng ê misirî bi KOVÎD-19ê ketibû û hinekan gotin ku vîrûs ji Selah pekiyaye Nenî.