Li Silêmaniyê pêşangeha pirtûkan hate vekirin
Mijdar 16, 2020 08:40 Asia/Tehran
Li Silêmaniyê peşangehek sê rojî ya pirtûkan hate vekirin. Di pêşangehê de bi sedan pirtûkên li ser mijarên cûda û bi zimanên cûda hene.
Di saetên êvarê de ji aliyê Rêxistina Niwêger ya ji bo Pêşxistina Hunerê ve li Hola Tewar a Silêmaniyê peşangehek sê rojî ya pirtûkan hate vekirin.
ِDi despêka vebûna Pêşangehê de li ser navê Rêxistina Niwêger Kara Mihemed têkildarî armanca vekirina pêşangehê axaftinek kir û got: “Ji ber bandora teknolojiyê, bandora şer, qeyranên aborî, siyasî û civakî li tevayî cihanê û bi taybetî Rojhilata Navîn ta astek civak ji xwendina pirtûkan qût bûne. Li gorî me yek ji rêyên giring ên perwerdekirina civakê xwendina pirtûkan e. Di vê çarçoveyê de ji bo em sûd bigihînin civakê me ev pêşangeh vekir.”