Mijdar 13, 2020 21:07 Asia/Tehran
  • Piştî Stenbolê; Şanoya 'Bêrû' li Rihayê jî hat qedexe kirin

Bi mêvandariya Baroya Rihayê dawiya vê hefteyê li Rihayê dê lîstika "Bêrû" bihata lîstin lê lîstik hat qedexekirin.

Li gorî rapora Malpera Diyarname'yê, Lîstika Teatra Jiyana Nû (TJN) ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) "Bêrû" meha borî di nav bernameya Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de bû lê Qeymeqamiya Gazîosmanpaşayê lîstina wê qedexe kir.

Bêrû ya ku heta niha li gelek cihan hatiye lîstin dawiya vê hefteyê dê li Rihayê bihata lîstin.

Organîzasyona wê Baroya Rihayê kiribû û lîstik dê li Salona Tahir Elçî ya Baroyê bihata lîstin. Lê îro Walîtiya Rihayê lîstik qedexe kir. Walîtiya Rihayê wisa biryar da: "Lîstina lîstikê li navneda Rihayê û navçeyên wê, li hemû erdnîgariya Rihayê bê dem hatiye qedexekirin."

Lîstika "Bêrû" ji aliyê nivîskarê îtalî Dario Fo ve hatiye nivîsandin û Dilawer Zeraq wergerandiye kurdî. Lîstika ku Nazmi Karaman derhêneriya wê kiriye di van sê salên dawî de li gelek cihan hatibû lîstin û her wiha li Moskovayê jî Xelata Şanoyê ya Navneteweyî ya Serketî girtibû.

 

 

Serepeyv