Enîmêyşina îranî derbasî Mihrîcana fîlma Enîmêsta Romaniyê bû
Enîmêyşina îranî ya Xerçeng ( kejwal) derbasî beşa pêşbirkê ya kurtefîlma panzdehemîn Mihrîcana fîlma navdewletî ya Enîmêyşina Romaniyê bû.
Li gorî rapora Mehr Newsê, Enîmêyşina îranî ya Xerçeng (Kevjal) bi derhêneriya "Şîwa Sadiq Esedî" li 15emîn Mihrîcana navdewltî ya fîlma Enîmêyşin a Romaniyê bi 13 fîlmên din ji welatên Komara Çêk, Belcîka, Swîsra, Qibris, Îtalya, Hungariya (Mecaristan), Ukrayn, Awistralya, Inglîz û Firansayê re hevrikiyê dike.
Enîmêyşina 11 xulekî ya Kevjalê heştemîn beşdariya xwe ya navdewletî li vê Mihrîcanê diceribîne.
Mihrîcana fîlma navdewletî ya Enîmêyşina Romaniyê ku ji sala 2006`an xebata xwe destpê kiriye hemî salan li şeş beşên hevrikiyê bo fîlmên dirêj, kurtefîlman, beşa xwendekaran, beşa zarokan, mûzîkvîdyo, fîlmên VR û fîlmên romanyayî tê lidarxistin.