Rahênan û meşşqên tîma Îstiqlalê ji bo du rojan cih nayên
Mijdar 08, 2020 16:39 Asia/Tehran
Serperwerdekar û rahênerê tîma Îstiqlalê Mehmûd Fikrî biryar da ku rahênan û meşqên vê tîmê ji bo du rojan bide rawestandin.
Memûd Fikrî got ji bo ku lîstikvan bêhna xwe vedin me biryar da du rojana rahênan û meşqên tîmê bidin rawestandin.
Tîma Îstiqlalê duh di çarçova hefteya yekem a Super Lîgê de karî 2-0 Tîma Mîs a Refsancanê ji ser riya xwe wêda bide.
Golên tîma Îstiqlalê Wirya Xefûrî û Erselan Muteherî lêxistin.
Ji ber ku Kampa amadekariya tîma neteweyî, nêzîk e piraniya serperwerdekarên klûpan şagirdên xwe şandine bêhnvedanê.