Mijdar 07, 2020 16:34 Asia/Tehran
  • Fûtbalîstên navdar ên ku bi KOVÎD-19ê ketin û pêşbirkên ku hatin betalkirin

Vîrûsa Koronayê bandorê li gelek cihan dike, li fûtbolê jî. Teknîk Dîrektorê Tîma Neteweyî ya Îtalyayê Roberto Mancini bi vîrûsê ket. Li Tirkiyê ji ber vîrûsê pêşbirka Îstanbul Spor û Adana Demîr Sporê hat taloqkirin.

Li gorî nivîsa malpera Diyarname'yê, Vîrûsa Koronayê bandorê li gelek cihan dike, li fûtbolê jî. Teknîk Dîrektorê Tîma Neteweyî ya Îtalyayê Roberto Mancini bi vîrûsê ket. Li Tirkiyê ji ber vîrûsê pêşbirka Îstanbul Spor û Adana Demîr Sporê hat taloqkirin.

Tehlîlên Mancini pozitif derketin

Teknîk Dîrektorê Tîma Neteweyî ya Îtalyayê Roberto Mancini bi vîrûsê ket. Mancini li Tirkiyê demek tîma Galatasaray jî bi rê ve biribû. Teknîk dîrektorê 55 salî li mala xwe di nav îzolasyonê de ye û dest bi dermankirina wî hatiye kirin.

Edin Dzeko jî bi vîrûsê ket

Golavêjê tîma Romayê yê ji Bosna Hersekê Edin Dzeko jî bi vîrûsê ket. Dzeko ji ben hesabê xwe yê tora civakî re û wisa got: "Merheba ji bo her kesî. Mixabin testa min a Covid-19 pozîtîf derket. Ez mecbûr im bikevim karantînayê."

Ronaldo jî bi vîrûsê ketibû

Ji lîstikvanên fûtbolê lîstikvanê navdar ê Juventusê Cristiano Ronaldo jî bi vîrûsê ketibû. Yê Ronaldo cara diduyan testa wî pozîtîf derketibû. Lîstikvanê efsanewî yê Brez^liyayê Ronaldinho jî bi vî awayî.

Hin lîstikvanên din

Lîstikvanê navdar Zlatan Îbrahîmovîç, lîstikvanê Real Sociedadê Dsvid Silva (Nû ji Manchester City transfer kiribş), lîstikvanê Manchester Unitedê Paul Pogba, lîstikvanê Barselonayê Miralem Pjanic (ji Juventusê transfer kiribûn) jî bi vîrûsê ketibû.

Hatibû îdîakirin ku Neymar jî li PSG'ê bi vîrûsê ketiye lê klûbê bêyî nav eşkere bike gotibû sê lîstikvanên me pê ketine û dest bi dermankirina wan hatiye kirin.

Xavi Hernandez jî

Lîstikvanê navdar ê berê yê Barselonayê Xavi Hernandez ku niha li Lîga Stêrkan a Katarê teknîk dîrektorê El Saddê ye bi vîrûsê ket. Hernandez ê 40 salî ji ser hesabê xo yê tora civakî re gotibû ew bi vîrûsê ketiye lê rewşa wî baş e û ew dixwaze zûtir demê de vegere ser karê xwe.

Pêşbirka İst-A.Demir ji ber vîrûsê betal kirin

Hat ragihandin ku ji tîmên Lîga 1'emîn a Tirkiyê Adana Demîr Sporê 29 kes bi vîrûsê ketine. Li gor agahiyên ku hatine belavkirin di Adana Demîr Sporê de 24 lîstikvan, 2 ji heyeta teknîkê û 3 jê personel, 29 kes bi vîrûsê ketine. Ji ber vê yekê pêşbirka Îstanblu Spor û Adana Demîr Sporê hate taloqkirin.

 

 

 

 

Serepeyv