Mijdar 06, 2020 01:29 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê; Her çar tîmên kurdan jî nekarîn ber xwe bidin

Pêşbirkên Dora 3'yemîn ên Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyê rojên Çarşemî û Pêncşemiyê hatin domandin. Amed Spor û Van BB Spor têk çûn.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Pêşbirkên Dora 3'yemîn ên Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyê rojên Çarşemî û Pêncşemiyê hatin domandin. Amed Spor û Van BB Spor têk çûn.

Amed Spor 98'an de têk çû

Ji pêşbirkên duh Amed Spor li Kastamonu ligel Kastamonu 1966 Sporê lîst.

90 deqîqeyên pêşbirkê bi 0-0 bi dawî bûn û derbasî 30 deqîqeyên zêdek bûn. Di deqîqeya 98'an de li ser navê Kastamonu Sporê Metincan Cici gulek avêt û 120+2 deqîqe bi vê bi encam bûn. Kastamonu Spor bi vê encamê derbasî Dora 4'an bû.

Van BB'yê li mala xwe derda

Van BB'yê Sivas Belediye li mala xwe kir mêvan. Di deqîqeya 40'î de tîma mêvan bi Eyyup Oztep 1-0 derket pêş. Van BB'yê di deqîqeya 54'an de bi Abdulkadir Ozdemir bersiv da lê di deqîqeya 90'î de bi gula Ozan Kiliçoglu bi 2-1 têk çû. Siva Belediye derbasî Dora 4'an bû.

Cizîrê li Eskîşehîrê derda

Tîma bajarê kurdan Cîzre Spor li Eskîşehîrê mêvan bû. Di nivîka yekemîn de Cizîr bi 2-1 li pêş bû lê di nîveka duyemîn de nikarî ber xwe bide û bi 3-2 têk çû, xatir ji tûrnûvayê xwest.

Diyarbekir jî têk çû

Tîma din a Amedê Diyarbekir Spor li Sikaryayê ligel Sakarya Sporê lîst. Diyarbekir Spor bi 2-0 têk çûn.

Tîmên bi ser ketin dê derbasî Dora 4'emîn bibin û yên din vegerin mala xwe.

 

Serepeyv