Semîyî bû gerînendeyê sereke yê Perspolîs
Cotmeh 29, 2020 18:34 Asia/Tehran
Piştî li darletina rûniştina Desteya Birêvebir a Klûpa Perspolîs, gerînedeyê giştî yê parêzvaniya wezareta werziş û ciwanan wek gerînedeyê sereke yê nû ji bo Perspolîsê hat wezîfedarkirin.
Li gor IRNAyê gerînedeyê giştî yê parêzvaniya wezareta werziş û ciwanan Cefer Semîyî li gor biryara Desteya Birêvebir a Klûpa Perspolîs, wek gerîndeyê serke ji bo vê tîmê hat wezîfedarkirin.
Berî viya Mehdî Resûlpenah 227 roj wek gerînedeyê sereke yê Klûpa Perspolîs dixebitî, lê piştî ku fîlmek derberê wî hat weşandin ew neçar ma îstîfayê bike .
Piştî çend roja ku ji îstîfaya wî derbas bû Desteya Birêvebir a Klûpa Perspolîs, civînek li dar xist ku di encamê de Cefer Semîyî wek gerînedeyê sereke yê nû ji bo Perspolîsê hat wezîfedarkirin.