Cotmeh 29, 2020 12:29 Asia/Tehran
  • Serokê Tîma Barcelonayê dest ji kar berda

Serokê Tîma Futbolê yê Barcelonayê Josep Maria Bartomeu, biryar da dest ji serokatiya tîma xwe berde.

Serokê Tîma Barcelonayê Josep Maria Bartomeu duh di civîneke rojnamevanî de, diyar kir, ew dê dest ji serokatiya tîma Îspanî ya Barcelonayê berde.

Tê pêşbînîkirin, Josep Maria Bartomeu biryara xwe ya destjiberdana kar weke fermî beriya lîstika bi Juventusê re ragihîne.

Ev biryara Bartomeu ya destjêberdanê, piştî ku piraniya endamên kuluba Barcelonayê îmzeya pênebaweriyê dabûn hat.

Tê çaverêkirin encûmeneke demkî ji bo rêveberina karûbarên Barcelona bê erkdarkirin û biryar e di hundurê 3 mehan de hilbijartin bên kirin.

Josep Maria Bartomeu roja duşemê gotibû: “Ti caran min hizra îstifayê nekiriye. Ez dizanim Messi û lîstikvanên derdora wî xwedî çi şiyanin. Ez di wê baweriyê de me ku em dê ligel Messi careke din bibin şampiyon.”

Serepeyv