Cotmeh 28, 2020 03:31 Asia/Tehran
  • Lîstikvanê tirk Hîkmet Karagoz wefat kir

Lîstikvanê şano, sînema û rêzefîlman Hîkmet Karagoz di 73 saliya xwe de wefat kir.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Lîstikvanê tirk Hîkmet Karagoz di sala 1946'an de li Vezîrkopruya Samsuna Tirkiyê hatiye dinê.

Wî di salên 1962-1963'yan de bi awayekî amator li Eminonu Halkeviyê dest bi şanoyê kiriye û di sala 1964'an de li  Kuçuk Sahne Ulvi Uraz Tiyatrosu dest bi lîstina lîstikan kiriye. Di sala 1974'yan de bi "Yaşar Ne Yaşar Ne Yaşamaz" li televîzyonê dest bi xebatê kiriye. Derbasbûna wî ya sînemayê di sala  1982'yan de bi fîlmê "Faîze Hucum" dest pê kiriye. Karagoz ku di rêzefîlmê "Bizimkiler" de bi rola "Abbas" zêdetir hat nasîn. Heta niha wî di gelek lîstik û fîlman de lîstibû ku yek ji wan jî kurtefîlmê derhênerê kurd Kazim Oz "Ax" (1999) bû.Li aliyê din Hîkmet Karagoz di demên dawî de wêne jî çêdikirin û hin pêşangeh jî vekiribûn.

Keça Karagoz Zeynep Karagoz ji ser tora civakî re peyama wefata bavê xwe weşand. Karağozê wisa got, "Babê min, Hikmet Karagoz îro derket rêwîtiya xwe ya dawî... Vê carê veger nîn e; lê tê ku li dû wî bişirîn, qedeh û bîrarîn, sohbet çêbibin. Ji ber koronayê merasima cenazeyê mimkûn naxuye. Ji bo bîrînana wî noş..."

Hevalê wî lîstikvan Orhan Aydin jî qala dostaniya xwe û wî ya 42 salan kir û got emê te ji bîr nekin.

 

 

Serepeyv