Cotmeh 25, 2020 15:08 Asia/Tehran
  • Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd koça dawî kir

Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Kakemen Botanî îro koça dawî kir. Biryare ku îro cenazeyê wî were veşartin.

Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Kakemen Botanî (Kekemen Fexrî Samî) di sala 1937’an de li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê ji dayik bûye.

Nivîskar yekem car di sala 1957’an de çîroka xwe weşand. Herwiha di sala 1970’an de bi hevkariya çend kesên din Yekîtiya Nivîskarên Kurd damezirand.

Wê îro cenazeyê wî li Goristana Şêx Ehmed a li Hewlêrê were veşartin.

Serepeyv