Cotmeh 23, 2020 16:38 Asia/Tehran
  • Kovara Temaşe: Em dixwazin sînemaya kurd û ya cîhanê bînin ba hev

Kovara bi navê Temaşe weke kovareke hunerî ya sînameyê di weşangeriya kurdî de cî girt. Temaşe weke e-kovar hejmara xwe ya yekem derxist. Di kovarê de gelek cure nivîs, gotar û analîz cî digirin. Armanca Temaşê weke ku him behsa sînemaya cîhanê û him jî ya sînemaya kurd bike tê pênase kirin.

Edîtorên kovarê di hemû zaravayên kurdî de girîng dibînin ku gotar û cure nivîs di temaşeyê de cî bigire.Edîtorên kovarê di hemû zaravayên kurdî de girîng dibînin ku gotar û cure nivîs di temaşeyê de cî bigire.

BasNewsê bi Temaşeyê re li ser xebatên wan hevpeyvînek pêk aniye ku qismek ji wê me weşandiye.

BasNewsê pirs kiriye: Di weşangerîya kurdî de Temaşe jî cihê xwe girt. Derxistina kovara Temaşe xwedî serpêhatiyek çawa ye û weşandina Temaşe encamên kîjan fikrê ye?

Yek ji edîtorên kovarê vê Kovarê wiha bersv da: Pîroz û bimbarek be. Ewîlîn fikra kovareke sînemayê me yek ji edîtora kovara Kubarê Ayşenûr Ozelê sûd girt û ji ber vê em spasîya wê dikin. Û bi piştgirîya wê jî me dest pê kir. Pêşî em wek du edîtoran nûgihayî ne û me ji pir kesan we’z û şîretan girt ku yek ji wan redaktorê kovarê Amed Hesenî ye û yê din jî ku mîzanpaj û rûpelsazîya kovarê dike Ridwan Xelîl e. Em spasîya wan jî dikin. Bi awayê din serpêhatîyek xweş bû. Wextê kovar weşîya em gelekî şabûn û me dît ku em dikarin xizmeta hûner û zimanê xwe bikin. Ev hest, hesteke bêhempa ye.

Kovara we bi navê Temaşe hat bi navkirin. Çima Temaşe?

Bi rastî me pêşî hin navên din lê danî, dûre yek ji nivîskarê kovarê Mîrxas Emer pêşnîyara navê Temaşe kir ku ev nav li gorî mentîqa kovarê û naveroka wê ye. Her wekî din navê kovarê lêker e û di lêkeran de wext û nûbûn heye, yanî armanca me hertim nûkirina temaşeyê ye.

Serepeyv