Cotmeh 20, 2020 16:53 Asia/Tehran
  • Osman Mihemed Hewremanî; Temenek têr û tijî çalakiyên wêjeyî

"Osman Mihemed Hewramî kî ye? Heta niha çi kiriye? Çi li dû xwe hiştiye? Fermo em bi hev re wî binasin û du helbestên wî jî bixwînin..."

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Osman Mihemed Hewramî ku roja 15'ê vê mehê di 80 saliya xwe de koça dawî kir, gelek xebat û berhem li dû xwe hişt.

Ew di sala 1940'î de li Tewêlleya Helebçeyê hatiye dinê. Xwendina xwe ya seretayî, navendî û  amadeyî li Silêmanîyê temam kiriye. Piştre çûye mekteba bilind a mamostetîyê û piştî ku ji mektebê derçûye, 46 salan xizmeta mamostetîyê kiriye.

Di salên 1960'î de bi edebîyatê re eleqedar bûye û berhema xwe ya ewil di 1970'yî de bi navê “Şaho” çap kiriye ku ji hin helbestên zarokan ên pedagojîk pêk tê. Hewramî di tevahîya jiyana xwe de nêzî 23 berhem afirandin. Ji nav van berheman 7 dîwanên helbestan bo zarokan hene. Ji ber ku ew mamoste bû, ev kar û cîhana wî han dida ku ji bo zarokan berheman biafirîne.

Ew bi taybetî piştî salên 1970'yî digel Kakey Felah, Letîf Helmet, Kazim Koyî û gelek rêhevalên xwe yên din, di warê perwerdekirina zarokan û edebîyata zarokan de xwedî ked bû.

Wekî din Osman M. Hewramî, di gel nivîskarîyê bi navê “Xende” bernameyeke zarokan jî ji  bo Radyoya Gelî Kurdistan amade û pêşkêş dikir.

Çendek ji berhemên wî ev in:

1. Şaho, Helbestên Zarokan, Silêmanî, 1970.

2. Dîwanî Welî Dêwane, Bexda, 1972.

3. Keşkollî Hacî Mehmûd Yarweys, Silêmanî, 1994.

4. Xunçegull, Helbestên Zarokan, Silêmanî, Çapa Yekem 2000.

5. Minallî Gull, Helbestên Zarokan, Silêmanî, 2001.

6. Mafe Geşekanim, Helbestên Zarokan, Silêmanî, 2003.

7. Cîhane Ciwanekeman, Opera û Şanogerîya Cîhanî ya Zarokan, Hewlêr, 2004.

8. Çawanî Bawan, Helbestên Zarokan, Hewlêr, 2004.

9. Şiney Şadî, Helbestên Zarokan, Silêmanî, 2004.

10. Kurdistan û Tirkman, Wergera ji Erebî, Kerkûk, 2007.

Her wiha ji nav helbestên wî yên ji bo zarokan nimûneyek û du nimûne wiha ne:

Babe

Mirovêkî mezin heye

Xawen tewana û behre ye

Dillî zor firewan e

Pîyawî naw pîyawan e

Beyanî ta êware

Serqallî îş û kar e

Seranserî jîyanî

Terxan e bo xizanî

Em pîyawe danisqe ye

Firîştey bêwêne ye

Nawî mezin û pîroz e

Bawegîyan e, babe ye.

(Ji Dîwana Minall û Gull)

Lalezarî Pol

Xey le geşey polekem

Pole zor xepolekem

Kam lalezar weku em

Dûr e le tirs û sitem!

Kam xendey naw gullallan

Ciwan e wek hey minallan!

Kam gullzar û seyrange

Weku em rengawreng e!

Polekeman hemîşe

Gull û gullzarî geş e.

(3.10.2001, Ji Dîwana Mafe Geşekanim)

Çavkanî: Heme Salih Ferhadî. (2013) Pêgey Şîirî Mindallan Lay Şairanî Kurd, Berga Yekem, Hewlêr: Akadîmîyayî Kurdî.

 

 

 

Serepeyv