Cotmeh 19, 2020 18:30 Asia/Tehran
  • Qehremaniya du ciwanên nûgihan ên îranî li pêşbirkeya şetrencê ya xwendevanên cîhanê

Sehra Mesûmî û Muhemed Cewad Xorşîdî ji Îranê li pêşbirkeyên xwendevanên şetrencê (kişikê) ya cîhanê hilkişiyan ser pileya qehremaniyê.

Li gor IRNAyê, pêşbirkeyên şetrenca qehremanî ya xwendevanên îranî bi şiklê Online û dibin çavêriya Chees Premium û çavdêriya kamerayên Komîteya Teknîkî ya Fedrasiyona Cîhanî ya Werzişa Xwendevanan (ISF) li du qonaxan ên despêkî û fînalê li dar ket.

Muhemed Cewad Xorşîdî bi nûneratiya ji Îranê di rêza bin 14 salî ya lawikan û Seher Mesûmî jî nûnera din a Îranê li rêza bin 14 salî ya Keçikan li van pêşbirkeyan qehremaniya pêşbirkeyên şetrenca cîhanî ya qehremaniyê bi dest xistin.

Ji gişt kişikbazên beşdarî van pêşbirkeyan hitibarnama tê dayîn û yên qehreman ji bilî ku peretî tên xelatkirin , îznama beşdariya li pêşbirkeyên xwendevanên cîhanê yên sala 2021 jî distînin.  

Serepeyv