Cotmeh 18, 2020 10:36 Asia/Tehran
  •  Li Dersimê dêra ermeniyan pevre hatiye xirabkirin!

Cemal Ogûzhan, diyar kir ku gundî kevirên Dêra Ergayn Inguzent Sûrp Harûtyûnê ku li navçeya Xozatê ye ji bo xaniyên xwe û dewletê jî ji bo dibistanan bi kar aniye û got, "Bi vî awayî mîrateyek hat xirabkirin."

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), "Ayşe Surme" nivîsiye: "Li gundê Ergan ê Xozat a Dersimê, tenê dîwarên Dêra Ergayn Inguzent Sûrp Harûtyûn a ermeniyan mane.

Dêr, di sala 975'an de hatiye çêkirin. Û navê gundê Erganê jî ji navê dêrê tê. Li nava gund goreke jina ermenî ya bi navê Xasê heye. Xasê, ji qirkirinê xelas bûye û heya sax bûye dêrê ji defînegeran parastiye. Berî bimire wesiyet kiriye ku wê li hundirê dêrê veşêrin. Piştî dimire gundî jî wê li hundirê dêrê vedişêrin. Lê gava defîneger gora Xasê jî xera dikin, gundî jî radibin ser gora wê beton dikin da defîneger wê venekin."

 Heya niha tu kesî li dêrê nenêriye. Banê wê hilweşiyaye. Şêniyên gundê Erganê diyar dikin ku dewletê dêr neparastiye û bi kevirên wê dibistan çêkiriye. 

Şêniyê gund Huseyîn Çelîk, anî ziman ku heya salên 1970'yî jî dêr saxlem bû û got, lê belê dewletê bi tu awayî ew restore nekiriye û neparastiye. Çelîk got: "Ji ber ku gundiyan nizanibû ev avahiya dîrokî esereke biqîmet e, ew texrîb kirin. Odeyeke mezin a dêrê hebû. Gava em zarok bûn û baran dibariya, em diçûn diketin hundirê wê. Niha ew ode tuneye. Xwe bi xwe hilweşiyaye an jî hin kesan ew xera kiriye. Gelo ji ber ku dêra ermeniayn bû dewletê guh lê nekir, nizanim. Lê belê divê ev mîrate bê parastin. Hem ji bo gundê me hem jî ji bo bajarê me esereke pir xweşik e. Heger cardin bê parastin û jinûve bê avakirin, wê gelek kes ji bo dîtina wê bên." 

‘ME ÇANDEKE XIRAB KIR' 

Cemal Ogûzhan jî anî ziman ku Xasêya ermenî li cem wan dima û got: "Xasê digot, 'dê û bavên min hûn in.' Ermeniya dawî ya gundê me bû. Malbata wê hemû hatibûn kuştin. Hat xwe li me girt. Min û hevjîna xwe tev de wekî zarokek me be lê mêz de kir. Me pir hez jê dikir. Dêr diparast, ji desta çi bihata dikir. Çimkî ev dêr aydê wan bû. Li ser wesiyeta wê, me ew li dêrê spart axê. Lê ji ber ku defînegeran zirar dida gora wê, me jî beton kir." 

DEWLETÊ BI KEVIRÊN WÊ DIBISTAN ÇÊKIRIYE

 Ogûzhan, anî ziman ku ne dewlet ne jî gundî xwedî li dêrê derneketine û got: "Kî hat kevirên wê bir, pê xanî çêkir û dewletê jî pê dibistan çêkir. Bi qasî tê bîra min di stûnên dêrê de odeyên bûkan hebûn. Me bi destê xwe, dewletê bi destê xwe çandekî mîrateyek xirab kir." 

 

 

Serepeyv