Cotmeh 18, 2020 08:18 Asia/Tehran
  • Herêma Cizîrê (Sûriye); Rastiya herêmê bi stranên gelêrî vedibêjin

Hîna jî mîrasa helbestên gelêrî li herêma Cizîrê heye. Helbestvan helbestên xwe di rûniştinên komî û meclisên şêniyên li gundan de dixwînin. Hedefa helbestvanan ji vê yekê eşkerekirina rastî û rewşa herêmê ye. Pirî caran ev helbest dibin stran û di boneyan de tên strandin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Hîna helbesta gelê ereb rêbazeke xuyankirina nasname, reftarên civak û çandê ye û bi bûyerên heyî bandor dibe. Bi rêya wê helbestvan peyama xwe ya girêdana di navbera  ferdên civakê de û wefedariya nîştimanî derdixin.

Helbesta gel bi ya civakî tê naskirin. Ew jî her helbesteke ne bi zimanê erebî ya akademîk e. Her helbestvanek bi zaravaya bajarê xwe dinivîse. Gelek cureyên wê hene, Zecel li Şamê, Nebtî li çolistana ereban û Mewal li Misirê.

Li herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, helbestên gel pir in. Hunermend awazên wan çêdikin û distêrin û şênî jî di boneyên xwe de distêrin. Ji ber hêsanbûna peyvên wê û nêzbûna wê ji zaravaya gel e. Her wiha li herêma Cizîrê helbesta gel dewlemend e û piranî helbestên wê têkiliyên xwe bi hawîrdorê re hene.

Hîna li herêma Cizîrê helbesta gel heye. Helbestvan helbestên xwe di rûniştinên gel, meclisên şêniyên gundan de dixwînin. Ji ber ew helbest rûniştinê geş dikin, ji hêla guhdaran ve tê pêşwazkirin.

Îro jî helbestvanên ereb helbestên xwe li ser destanên lehengî yên keç û xortên ji pêkhateyên herêmê û hevgirtina civakî ya di navbera Kurd, Ereb û Suryan de dixwînin.

Helbestvan Mihemed Miimarî destnîşan kir ku helbest îlhamek e û bandora wê li ser civakê mezin e, her wiha helbestvan ji rewşên siyasî, leşkerî, aborî û civakî bandor dibe û helbestan dinivîse.

 

Hunermend Merwan Salim ji yek hunermendên ku helbestên gel distêre da zanîn ku ew hewl didin bi rêya helbest û stranan peyamekê bigihînin civakê.

Merwan Salim bi lêv kir ku gelên li herêma Cizîrê ji hawîrdora derve bandor dibin û bandor dikin û wiha bi dawî kir: "Bo nimûne em ji helbesta herêma Firat û Iraqê bandor dibin."

 

Serepeyv