Cotmeh 16, 2020 11:29 Asia/Tehran
  • Bakûrê Sûriyê; Li Şehbayê dê Mîhrîcana Çand, Huner û Werzîşê pêk bê

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê dê îro Mîhrîcana Amara ya Çand, Huner û Werzîşê li dar bixe. Li Herêma Şehbayê ev cara yekemîn e ku mîhrîcaneke çandî li dar dikeve.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Şehbayê bi alîkariya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê dê bi dirûşma "Mozaîka çandî dewlemendî, guhartin û bedew e" li Herêma Şehbayê mîhrîcana yekemîn a çand û hunerê organîze bike. Bernameya mîhrîcanê ji çalakiyên hunerî, çandî û werzîşê pêk tê û dê tevahiya pêkhateyên Herêmê beşdar bibin.

Tê payîn ku îro bernameya mîhrîcanê dest pê bike û bi beşdariya 70 komên hunerî û werzîşê 3 rojan dewam bike.

Komîteya amadekar ku ji 9 endamên 'Tevgera Ciwanên Şoreşger' ên li Herêma Şehbayê, Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Şehbayê û Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Efrînê pêk tê, ji beriya 3 mehan ve dest bi amadekariyên vê mîhrîcanê kiriye.

Komîteya amadekar diyar kir ku mîhrîcan ji çalakiyên çandî, hunerî û werzîşê pêk tê.

Di roja yekemîn de dê şevbuhêrkeke helbest, stran, govendên ji folklora erebî, belgefîlmên sînemayê, stranên ji folklora kurdî werin pêşandan. Di roja duyemîn jî dê çalakiyên werzîşê li yarîgeha Babins El-Xumasî ya gundê Babinsê yê Herêma Şehbayê, Pêşbirkeke basketbolê, pêşbirka tenîsa maseyê, noqê û pêşbirka bazdana 100 metreyan jî li dar bikevin. Di roja sêyemîn û dawîn de dê şevbuhêrkeke helbestan, stranên folklora kurdî û bi navê "Em ê bi ser bikevin" şanoyek were pêşandan û stranên ji folklora Tirkmenan werin gotin.

Koma Rojava ya Navenda Cemîl Horo ya Şêxmeqsûdê (Heleb) jî dê beşdarî mîhrîcanê bibe.

Berbirsên mîhrîcanê destnîşan kir ku bi rêya vê mîhrîcanê dixwazin dewlemendiya çanda gelan û rêgezên jiyana hevbeş diyar bikin.

Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Efrînê Mihemed Weys got mîhrîcan dê ji 16 heta 18`ê mehê dewam bike û li Navenda Tevgera Çand û Hunerê ya navçeya Ehdasê li ser Dika Çiyayê Kurmênc û li stada Babênis El-Xumasî li dar bikeve. Di dawiya mîhrîcanê de dê kesên beşdarî mîhrîcanê bûne, werin xelatkirin.

 

 

Serepeyv