Cotmeh 15, 2020 09:59 Asia/Tehran
  • Ekrem Îmamoglu li hember qedexekirina şanoya Kurdî bertek nîşan da

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu li ser qedexekirina şanoya Kurdî ji aliyê Qaymeqamtiya Gazîosmanpaşayê ve, bertek nîşan da û got: “Pêştir bi Tirkî hate lîstin niha jî bi Kurdî, ma çi cudahî heye?!”

Qaymeqamtiya Gazîosmanpaşayê, duh bi hinceta “ewlehiyê” lîstika şanoya Kurdî “Bêrû: Klakson Borîzan Bîrt” a Teatra Jîyana Nû qedexe kir ew bû cihê nerazîbûna gelek kesan û yek ji wan Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ye.

Îmamoglu li taxa Fikirtepe ya navçeya Kadikoyê di dema venêrîn dikir de bersiva pirsan rojnamevanan da.

Li ser pirsa kir, derbarê qedexekrina şanoyê Kurdî “Bêrû: Klakson, Borazan, Birt”, ku biryar bû 13ê Cotmehê, li Dika Gazîosmanpaşayê ya Şanoyên Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê, bihata lîstin Îmamoglu got: “Lîstikeke kurdî dê welatiyên me Kurd biçûn lê temaşe bikira, lê hat qedexekirin û weke sûc hat dîtin. Nabe hincetên dûrî rastiyê weke sedem bidin nîşandin. ku li gorî hiqûqê û qanûnan tevbigerin. Dema ku ez tiştên bi vî rengî dibînim gelek aciz û xemgîn dibim.”

Parêzgarê Stenbolê Ali Yerlikaya jî li ser twîttera xwe gotibû, sedema qedexekirinê ne zimanê Kurdî ye, lê di naveroka wê de propaganda PKK heye û ji ber vê hatiye qedexekirin, pêvajoya dadwerî dest pê kiriye.

Derbarê vê yekê de jî Îmamoglu got: “Parêzgarê bajarê ku 16 milyon kes têde dijî dibêje ku `dê propagandaya rêxistinê terorê bê kirin`. Heman lîstik di sala 2014an de li Şanoya Dewletê bi tirkî hatiye leyîstin û herwiha bi kurdî ji aliyê heman komê ve ev 3-4 sal e herî kêm 20-30 caran hatiye leyîstin. Bi tîrkî hatiye leyîstin û niha bi Kurdî tê leyîstin. Çi ferq heye? Ji ber vê yekê gelek şaş e, pênasekirineke xerab hatiye kirin. Dê biça darazê. Baş e bila here em dê bibînin li darazê çi bibe?” 

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê herwiha tekez kir ku Şaredariya Stenbolê bo 16 milyon kesan e û ew dê xizmetê ji hemû pêkhateyên li wî bajarî dijî bikin û di vê mijarê de jî paşde gav navêjin.

Serepeyv