Cotmeh 14, 2020 21:39 Asia/Tehran
  • Fûtbala Tirkiyê; Deynên çar tîman 13 mîlyar TL'yî derbas kir

Li Tirkiyê klûbên sporê her bi deyn bûn lê tu demê ew qas deynên wan zêde nebûnûn. Niha tenê deynên Fenerbahçe (FB), Beşîktaş (BJK), Galatasaray (GS) û Trabzon (TS) Sporê 13 mîlyar TL'yî derbas kir.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Li gor lêkolina ajansa dewletê AA'yê yê FB'ê 5,2, yê BJK'ê 3,33, yê GS'ê 3,3 yê TS'ê jî 2,25 mîlyar TL deynên wê hene.

Lêkolîn dibêje ku di ji sala 2012'yan heta niha di 8 salan de sedî 534 deynên van klûban zêde bûne. Di sala 2012'yan de bi temamî deynên van her çar klûban 2,06 mîlyar TL bû.

Mînakên dinyayê

Li gelek welatan klûb deyndar in lê yên ne deyndar in jî hene. Mînka tîma duyemîn a mezin a Almanyayê Dortmund piştî 10 salan îsal eşkera kir ku klûbê zerar kiriye. Klûbê ev yek jî bi pandemî ve girê da. Klûbê par 17.4 mîlyon Euro kar kiribû.

 

 

Serepeyv