Cotmeh 14, 2020 09:03 Asia/Tehran
  • Bertekên ji bo qedexeya li ser şanoya kurdî ya Bêrû li Stenbolê

Piştî Qeymeqamiya Gazîosmanpaşaya Stenbolê lîstika bi kurdî "Bêrû" qedexe kir, li ser tora civakî gelek kesî piştgirî da lîstikê.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Lîstikvanên Teatra Jiyana Nû îro divê li Sehneya Şanoyên Bajêr a Stenbolê ya li Gazîosmanpaşaya Stenbolê lîstika xwe "Bêrû" bilîsta lê berî lîstinê bi çend saetan lîstik hat qedexekirin. Li ser twitterê taga "KurdTiyatrosuEngellenemez" (Şanoya Kurdî Nayê Astengkirin) hat vekirin û bi ser deh hezarî de twit hatin weşandin. Gelek sazî û kesan jî bertek nîşan dan.

- Komeleya Lêkolînên Kurdî di tiwita xwe de wisa got: "Nahêlin ku kurd bi zimanê xwe li şanoyekê jî temaşe bikin. Em vê helwesta dij-kurd û dij-kurdî şermezar dikin û gelê xwe jî jê agahdar dikin."

- Navenda Giştî ya HDP'ê di peyama xwe de got, "Kirinên wehşî yên 12'yê Rezberê nekarî vî zimanî têk bibe, hûn nikarin têk bibin. Zimanê me rûmeta me ye."

- Beşa Çandê ya HDP'ê jî wisa nivîsî: "Hûn çi dikin bikin, çi qedexeyê îcad dikin bikin lê Şanoya Kurdî rastiya vê axê ye û ligel hemû astengiyên we jî dê mezin bibe. Ligel astengiyên pirtûkên we yên reş jî Teatra Jiyana Nû çêbû, ji ber ku hûn tune dihesibînin dê tune nebe!"

- Tora Ziman û Çanda Kurdî jî di peyama xwe de got: "Faşîzm her diçe zêdetir dibe. Niha jî şanoyên kurdî qedexe dikin. Em helwesta Qeymeqamiya Gazîosmanpaşayê şermezar dikin û divê demildest ji vê biryara vegerin."

- Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê jî wisa nivîsî: "Em êrîşên li dijî Çand û Hunera Kurdî  şermezar dikin."

- Tiyatro Kooperatîfî: Baweriya me ew e li gor Danezana Mafê Mirovan a Gerdûnî û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bêyî li ziman, ol, nijad û cinsiyet bê nêrîn divê huner bi awayekî azad û wekhev bê kirin. Berî lîstika TJN Bêrû bê lîstin bi çend saetan bi sedema ewlehiya raya giştî hate qedexekirin, em vê qebûl nakin.

- Kadikoy Halk Tiyatrosu: Şano ewlehiya raya giştî xira nake.

- Mebûsên HDP'ê Tayip Temel, Nuran Îmîr, Gulîstan Kiliç Koçyigit, Murat Çepnî, peyam weşandin, Meral Daniş Beştaş mesele li Meclisa Mezin a Tirkiyê anî rojevê.

- Stîlîstê navdar Barbaros Şansal: "Yên pirtûka olê di dest wan de deng dixwestin heta ber bi rojên ku şanoya kurdî hatiye qedexekirin.

- Mebûsên CHP'ê Mehmet Bekaroglu, Eren Erdem peyam weşandin.

- Şanoger Orhan Aydin: Ey mirovahiya dinyayê, hunermendno vê barbariyê bibînin: AKP'ê li nava Stenbolê bi îdîaya "Ji ber ku bi kurdî ye ewlehiya raya giştî xira dibe" lîstika şanoyê qedexe kir.

Lîstikvana şano û sînemayê ya tirk Nihal Yalçin got "Ji ber ewlehiya raya giştî çend saet ji bo lîstinê maye qedexe kirin! Ji bo ewlehiya raya giştî Qedexe. QEDEXE! QEDEXE! QEDEXE!"

- Hunermendên kurd ên wekî Pervîn Çakar, Rojda, Rewşan Çelîker, Sakîne Tayne, şanogerên kurd wekî Berfîn Zenderlîoglu, Yavuz Akkuzu, Berfîn Emektar peyamên piştgiriyê weşandin.

- Lîstikvan û mebûs Bariş Atay: Bi her zimanî lîstik azad, bi kurdî qedexe ye!

- Ozgur Mumcu: Ewlehiya raya giştî bi qasî ku bi lîstika Daio Go ya bi kurdî xira bibe ew qas nazik e?

 

 

Serepeyv