Cotmeh 12, 2020 21:39 Asia/Tehran
  • Xelata Nobelê ya Aboriyê dan du amerîkî

Akademiya Zanistê ya Kraliyeta Swêdê îsal Xelata Nobelê ya Aboriyê da du hemwelatiyên Amerîkayê yên bi navê Paul R. Milgrom û Robert B. Wilson.

Li gorî nivîsa Malpera Diyarname'yê, Aborîzan Paul R. Milgrom û Robert B. Wilson li Zanîngeha Stanforda Amerîkayê dixebitin. Herdu aborîzan ji ber sedema teoriya mezatê (auction theory) ya eşkere û dîtina formên nû yên mezatê layiqê xelatê hatine dîtin.

Serokê Komîteya Berpirsên Beşa Aborî yê Akademiyê Peter Fredriksson di axaftina xwe de got ku vesazkirina masîvanî, bazirganî û mafên emîsyonê, di buhadiyarkirina elektrîkê de rewşa aborî ya ji aliyê mal û xizmetê de, di warên wisa de qîtema mezatê girîng e û gt: "Her roj yên difroşin û yên dikirin di asta astronomîk de rewş diçe û tê. Pir hindik em hemû dikevin bin bandora vê yekê." Fredriksson diyar kir ku Milgrom û Wilson bi lêkolîna xwe rêyek nû daye ber teoriya mezatê.

Xelatên Nobelê 10'ê meha berfanbarê bi merasimek têne belav kirin. Di her beşê de xelat 10 mîlyon kronê Swêdê ye.

 

 

Serepeyv