Cotmeh 12, 2020 08:45 Asia/Tehran
  • Qamişlo; Mîhrîcana 4'emîn a Osman Sebrî dest pê kir

Mîhrîcana 4'emîn a Osman Sebrî ya Wêjeyî li ser dika navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dest pê kir.

Mîhrîcan ji bo bîranîna helbestvan Osman Sebrî bi diruşmeya "Bi wêjeyê em pêş dikevin" ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê ve hatiye organîzekirin. Gelek wêjevan û rewşenbîrên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî mîhrîcanê bûn.

Mîhrîcan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Cîgira Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Ronahî Hesen bi xêrhatina beşdaran kir û got: "Bi tevlêbûna mezin a bi nirx a nivîskar, rewşenbîr û helbestvanên ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serbilind in."

Rewşenbîr Dîlawer Zinkî yê ku wekî mêvan beşdarî mîhrîcanê bibû, mîhrîcan li hemû nivîskar, rewşenbîr û beşaran pîroz kir û li ser jiyana helbestvan Osman Sebrî axivî. Piştre sinvîzyoneke li ser jiyana Osman Sebrî hate pêşandan û ji aliyê Koma Serêkaniyê ve stran hatin gotin.

Di dawiyê de navê kesên di pêşbirka mîhrîcanê ya sala 2019-2020'an de serkeftin, hatin eşkerekirin û xelat li wan hatin belavkirin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku ji ber êrişên dewleta Tirkiyê ên li sala borî l iser Serêkaniyê belavkirina xelatên mîhrîcanê yên sala 2019'an hate paşxistin.

Ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, dê çalakiyên îsal ên mîhrîcanê, tênê bi lidarxistina pêşbireke wêjeyî (Helbest, çîrok, nivîs) bi zimanên kurdî, erebî û suryanî sînor be.

 

 

Serepeyv