Serketina parêzvana navê qehremaniya hendbalê li roja yekem a Super lîgê
Cotmeh 11, 2020 18:03 Asia/Tehran
Tîma Hendbala Mîs a Kirmanê ku divê ji qehremaniya xwe parêzvaniyê bike di hevrikiya xwe ya yekem a Super Lîga Hendbalê de li hemberî tîma Firînê ya Hewayiya Hêza Bejahî serket.
Li gor IRNAyê di roja duyem ya sewra 31-an a pêşbirkeyên super lîga Hendbalê de li salona şehîd serdar Silêymanî Tîma Hendbala Mîs a Kirmanê li hemberî tîma Firînê ya Hewayiya Hêza Bejahî kete hevrikiyê û karî bi encama 31 li hemberî 24 serkeve. Ev du tîm di koma B ya vê Super lîgê cih girtine.
Li dewama hevrikiyên îro tîmên Kîmya Kaştê Kurdistan û FerazBamê Xayîz Dêhdest saet 15 û Fûlada Sipihana Îsfehan û Komira Keviran a Tebesê saet 18 bi hev re ketine hevrikiyê.