Şikesta Perspolîsê di roja yekem a Super Lîga Hendbalê de
Cotmeh 11, 2020 17:40 Asia/Tehran
Tîma hendbalê ya Hêza Bejahî ya Şehîd Şamlî Kazirûn a Îranê tîma Perspolîsa Bêhbehanê di roja yekem a Super Lîga Hendbalê de bin xist.
Li gor IRNAyê dewra sî û sêyem ya hevrikiyên super lîga Hendbalê îro li salona hendbalê ya Şehîd Serdar Silêymanî despê bû.
Li hevrikiya yekem a Super Lîga Hendbalê Tîma hendbalê ya Hêza Bejahî ya Îranê ya Şehîd Şamlî Kazirûn li hemberî tîma Perspolîsa Bêhbehanê lîst û karî bi encama 29 golan li hemberî 18 golan serkeve.
Dewra yekem a Pêşbirkeyên Hendbalê biryar e li 6 rojan li dar keve.