Cotmeh 08, 2020 19:55 Asia/Tehran
  • Rayedarên Îranê ji ber koça dawî ya

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi weşandina peyamekê tevî dayîna sersaxiyê ji ber koça dawî ya Muhemedreza Şeceriyan mamosteyê awazê, ragihand: Teqez gelê qedrzan ê Îranê nav û berhemên vî hunermendê hezkirî hertim ji bîr neke.

Muhemedreza Şeceriyan, mamosteyê awazê yê Îranê piştî derdora çar salan nexweşiya Şêrpenceyê (kanser), îro Pêncşemiyê di 80 saletiyê da emrê Xwedê kir.

Hesen Rûhanî îro di twitterê da nivîsî: "Mamoste Muhemedreza Şeceriyan kesayetiyê nasyar ê hunerî û afirînerê newayên dilnişîn ên îranî û xwînerê Rebenaya meha Rojiyê, mîrateyek binirx ji xwe bi cî hişt."

Her wiha Ishaq Cehangîrî, alîkarê yekem ê serokomarê Îranê, Elî Larîcanî, Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilabê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve û Seyid Ebas Salihî, Wezîrê Çand û Irşada Îslamî yê Îranê jî bi peyamên cuda ji ber koça dawî ya mamosteyê awaza Îranê sersaxî dan.

 

Serepeyv