Cotmeh 08, 2020 10:21 Asia/Tehran
  • Çalakiyên mîhrîcana Kevneşopî û Mîrasî ya Tebqayê bi dawî bû

Duh komîteya Çand û Hunerê çalakiyên mîhrîcana Kevneşopî û Mîrasî ya yekemîn a mûzîk û stranê bi dirûşma "Em bi hev re parastina mîras û kevneşopiya mezinên xwe bikin" bi dawî bû. Çalakîyê 3 rojan dewam kir.

Li gorî rapora ajansa Hawar Newsê (ANHA), Piştî pêşandana stranên ji hêla tîmên beşdarî mîhrîcanê bûne, ji Tebqa, Mensora û Curniyê ve, îro çalakiyên mîhrîcanê li Navenda Çandê ya bajarokê Curniyê yê li gundewarên bakurê rojavayê Tebqayê bi dawî bûn.

Di çalakiyên roja dawîn de bi dehan şêniyên bajarokên Curniyê û Mehmûdlî, nûnerên ji saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.

Çalakiyên bidawîbûna mîhrîcanê bi pêşkêşkirina stranê ya ji hêla tîmên beşdar ve dest pê kir. Di stranê de çanda gelên herêmê ya ku xwe dispêre mîrasa kevin heta roja îro, hate sepandin.

Tîmên Mîras Gel û Duret Firat hin mîrasên folklorî pêşkêş kirin.

Her wiha tîma Mîrasa Kurd stranên folklora efrînî û cezrawî di gel gerandina dîlanê pêşkêş kir.

Çalakiyên mîhrîcanê bi pêşkêşkirina Komîteya Çand û Hunerê ya xelatan li tevahî tîmên beşdar bûne ku vê mîrasê ji nû ve vedijînin, bi dawî bûn.

 

 

Serepeyv