Xelatgirên Nobelê yên Fîzîkê diyar bûn
Cotmeh 06, 2020 17:48 Asia/Tehran
Xelatgirên Nobelê yên Fîzîkê yên 2020'an hatin eşkere kirin. Roger Penrose, Reinhard Genzel û Ardrea Ghez hejayî xelatê hatin dîtin.
Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Roger Penrose li ser teoriya qula tarî ya dinyayê texmînên xurt kifş kirine û ji ber vê hêjayî xelatê hatiye dîtin. Reinhard Genzel û Andrea Ghez jî ji ber xebata wan a kifşkirina gireka mezin a li navenda kaînatê hêjayî xelatê hatine dîtin.Xelatên Nobelê di meha 12'yan de bi merasimekê têne belavkirin.