Premier Lig'a Îngilistanê; Aston Villayê zirxê Liverpoolê 7 caran qul kir
"Tîma Liverpool, qehremanê par, tîma ku dihat gotin kes nikare zendê bide erd, tîmê ku dihat gotin ew bi zirx e, şûr têde naçe, lê Aston Villa wisa kir dîrok ji nû ve nivîsand. Aston Villayê tam 7 gol avêtin Liverpoolê û ew serdestiya wê, ew tirs û xofa li dorê belav kiribû xist bin lingan."
Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Di Premier Lîga Îngilistanê de vê hefteyê pêşbirk gelek bi heyecan bûn. Di 10 pêşbirkan de bi temamî 41 gol hatin avêtin. Pêşbirka herî zêde gol hatin avêtin pêşbirka "Aston Villa" û "Liverpool" bû. Li ser kaxizê Liverpool favorî bû. Ew qehremanê sala par bû. Tîmek serketî lê Aston Villa jî xwe baş dabû hev.
Aston Villayê bi 7 golan dîroka Liverpoolê guhart. Aston Villa di deqîqeya 4'an de bi gola Ollie Watkins 1-0 derket pêş. Watkins di deqîqeya 22 û 39'an de got avêt û hat trick (Sêgole) kir. Jack Grealish di deqîqeya 66 û 75'an de du gol û golên din jî ji aliyê John McGinn (Dq 35) û Ross Barkley (Dq 55) ve hatin avêtin. Li ser vê Liverpoolê Salah di deqîqeya 33 û 60'î de du gola vêtin. Bi vê encamê Liverpoolê ji sala 1963'yan ve heta niha cara yekê ew qas gol xwarin.