Cotmeh 06, 2020 11:14 Asia/Tehran
  • Manchester United'ê li mala xwe derda Tottenhamê

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Di Premier Lig (Lîga sereke ya fûtbala Ingilistanê) de duyemîn pêşbirka balkêş a vê hefteyê di navbera Manchester United (MU) û Tottenham de bû.

Tottenhamê bi golên Tanguy Ndombele (Dq 4), Son Heung-min (Dq 7 û 37), Harry Kane (Dqe 30 û 79), Serge Aurier (Dq 51) Manchester United li mala wî têk bir. Tekane gola Manchester United'ê di deqîqeya 2'yan de ji nuqteya penaltiyê ji aliyê Bruno Fernandes ve hat avêtin.

Di Premier Lîg de vê hefteyê 41 gol hatin avêtin ku di nav lîgên dinyayê de ev hejmareke muhîm e.

Di dawiya hefteya çaran de Everten bi 12 pûanan li pêş e. Paşê bi rêzê Aston Villa, Leicester City, Arsenal (pêşbirkek kêm lîstiye, sê pêşbirk lîste) û Liverpool tên ku hemû xwedî 7 pûanan in.

Vane hemû encamên vê hefteyê:

Chelsea - Crystal Palaca: 4-0

Everton - Brighton: 4-2

Leeds United - Manchester City: 1-1

Newcastle United - Burnley: 3-1

Leicester City - West Ham United: 0 - 3

Southampton - West bromwich: 2-0

Wolverhampton - Fulham: 1-0

Arsenal - Sheffield United: 2-1

Manchester United - Totenham: 1-6

Aston Villa - Liverpool: 7-2

Lîgên welatên din

Di Pregimer Lîgê de vê hefteyê 41 gol hatin avêtin lê li welatên din 30 heb jî nehatin avêtin. Di Super Lîga Tirkiyê de vê hefteyê 15 gol hatin avêtin. Di Buslîgaya Almanyayê de 29 gol, di Serîe A'ya Îtalya de 23 gol, di La Lîgaya Spanyayê de jî 17 gol hatin avêtin.

 

 

 

Serepeyv