Hevdîtina pêşengên klûpa Îstiqlalê bi wezîrê werziş û ciwanan re
Cotmeh 05, 2020 17:38 Asia/Tehran
Jimarek ji pêşengên werzişî yên tîma Îstiqlalê bi wezîrê werziş û ciwanan re û derbarê rewşa bi qeyran a vê tîmê pê re axivtin.
Îro hin pêşengên klûpa Îstiqlalê bi werziş û ciwanan Mesûd Sûltanîfer re hevdîtin pêk anîn û pêra ser rewşa tîma Îstiqlalê gotûbêj kirin.
Di vê civînê de Elî Cebarî, Nesrullah Ebdullahî, Pervîz Mezlûmî, Bêhtaş Ferîba û Riza Hesenzade beşdar bûn.
Van pêşengên Îstiqlalê derbarê rewşa taybet û bi qeyran a vê tîmê bi wezîr re gotûbêj û muzakire kirin.
Di vê civînê de ku Mehdî Elînijad alîkarê wezareta Werzişê di karûbarên geşepêdana Werzişa Qehremanî jî beşdar bûbû , derbarê xusûsîkirina Îstiqlal û Perspolîdêjî gotûbêj kirin.