Di lîstika du tîmên kurdan li Tirkiyê de Amedspor bi ser ket
Tîma Fûtbalê ya Amedsporê tîma Şanliurfaspor bi encama 2-1 têk bir û xal bi dest xist.
Herdu tîmên bajarên kurdên Tirkiyê yên Amedspor û Şanliurfaspor, duh, 04.10.2020, li stadyûma Amedê hatin hemberî hev.
Di lîstikê de yekem gol di xuleka yekem de hat û Oguz Ozturk bi wê golê tîma xwe Amedspor xist pêşiya hevrîkê wê.
Tîma Rihayê Şanliurfaspor jî di hewlên xwe yên avêtina golê de gihîşt encamê û Fevzî Ozkan di xuleka 21an de yeksanî di lîstikê de pêk anî û yekem 45 xulek bi vî rengî bi dawî bû.
Amedsporê 7 xulek piştî destpêkirina beşa duyem a lîstikê gola xwe ya duyem avêt ku dîsa îmzeya lîstikvanê gola yekem, Oguzhan Ozturk li ser ser bû û tîma xwe bi 2-1 bi pêş xist.
Di xulekên mayî yên lîstikê de dengê ti golek din bilind nebû û tîma Amedsporê bi encama 2-1 bû xwediya 3 xalan.