Cotmeh 04, 2020 08:59 Asia/Tehran
  • Li Şehbayê şevbêrka

Tevgera Çand û Hunerê bi dirûşmeya "Çanda Efrînê zindî ye", şevbêrkeke çandî li ser çand û kevneşopiya Efrînê li kampa Serdemê ya Herêma Şehbayê li dar xist.

Li gorî rapora ajansa Hawar Newsê (ANHA), Bi sedan şêniyên Efrînê, tevlî komên çand û hunerê yên kampa Berxwedan di şevbêrkê de amade bûn. Cihê şevbêrkê bi amûrên kevn wekî meşk, destar û gelek alavên din hatibû xemilandin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê Tevgera Çand û Hunerê ya kampa Berxwedan Azar Şêrhat, armanca lidarxistina vê şebêrkê diyar kir û got: "Dewleta Tirkiyê hewl dide nasnameya Efrînê ji holê rake. Bi van çalakî û parastina çand û kevneşopiya xwe em ê hewldanên Tirkiyê pûç derxînin."

Piştre hunermend Mihemed Welîd, komên çand û hunerê stranên gelêrî gotin.

Her wiha şanoyek kurt li ser girêdana şêniyên Efrînê bi xaka xwe ve hate pêşandan.

Şevbêrk bi gerandina xelekên dîlanan li ber stranên gelêrî bi dawî bû.

 

 

 

 

Serepeyv