Tîma Perspolîsa Îranê derbasî qonaxa fînala Lîga Qehremanên Asyayê bû û nûnera Erebistanê jê ma
Cotmeh 03, 2020 21:59 Asia/Tehran
Tîma Perspolîsa Îranê bi serketine li hemberî tîma El-Nesir a Erebistanê derbasî qonaxa fînala Lîga Qehremanên Asyayê bû û nûnera Erebistanê jê ma.
Hevrikiya dawiyê ya Lîga Qehremanên Asyayê li rojavayê vê parzemînê îro di navbera Tîma Perspolîsa Îranê û El-Nesira Erebistanê bi rê ve çû û piştî 120 deqîqan 1-1 derbasî derbeyên penaltiyê bûn.
Aqubet Perspolîsa Îranê bi şikestandina nûnerê Erebistanê bi derbeya penaltiyê derbasî fînala Lîga Qehremanên Asyayê bû .