Cotmeh 02, 2020 12:57 Asia/Tehran
  • Serketiyên salê yên UEFA'yê hatin xelatkirin / Bayern Mûnîx di serê da

Serketiyên salê yên UEFA'yê hatin xelatkirin.

Li gorî nivîsa malpera Diyarname'yê, Duh merasima pişkavêtinê ya serdema nû (2020-2021) ya Lîga Qehremanan a Fûtbala Ewropayê (UEFA Champions League) hat lidarxistin. Di merasima pişkavêtinê de serketiyên salê yên UEFA'ye jî hatin eşkerekirin û xelatkirin. Di van xelatan de 3 ji Bayern Mûnîxê yek jî ji 'Manchestir City' hatin bijartin. Her wiha teknîk dîrektorê Bayern Mûnîxê jî di beşa teknîk dîrektoran de hat xelatkirin.

Lîstikvan Didier Drogba, Xelata Serokatiya UEFA'yê wergirt ku bi vê ew bû yekemîn lîstikvanê afrîqî ku vê xelatê digire.

Qeleparêzê Bayern Mûnîxê Manuel Neuer wekî "Qeleparêzê Salê", Joshua Kimmich (Bayern Mûnîx) wekî "Lîstikvanê Defansê (Berevan) yê Salê", ji bo "Navenda Sehayê" lîstikvanê navika sehayê Kevin de Bruyne (Manchester City), golavêj Robert Lewandowski (Bayern Mûnîx) jî wekî "Golavêjê Salê" yê UEFA'yê hat bijartin û xelatkirin.

Teknîk Dîrektorê Bayern Mûnîxê Hansi Flick jî wekî "Teknîk Dîrektorê Herî Serketî yê Salê" hat hilbijartin û xelata UEFA'yê girt.

 

 

 

Serepeyv