Herêma Şehbayê; Têkildarî Mîhrîcana Lêlûn kongreyeke çapemeniyê hate lidarxistin
Komîna Sînema ya Avrîn ji bo nirxandina Mîhrîcana Lêlûn a Fîlman a Navneteweyî kongreyeke çapemeniyê li dar xist.
Mîhrîcana Lêlûn a Fîlman a Navneteweyî 21'ê Îlonê li kampên Serdem û Berxwedan ên Şehbayê dest pê kiribû duh bi belavkirina xeletan li fîlmên serkeftî bi dawî bû.
Komîna Sînema ya Avrîn ji bo nirxandina mîhrîcanê kongreyeke çapemeniyê li dar xist.
Kongre ji aliyê endamên Komîna Sînema ya Avrîn Mihyedîn Arselan, Zîlan Silêman, Cengîn Ebdo, Rênas Xemgîn û Mesûd Kerad ve hate birêvebirin.
Endamê rêveber ê Mîhrîcana Lêlûn a Fîlman a Navnetewî Mihyedîn Arselan kesên ku ji bo serxistina mîhrîcanê ked dane spas kir û got, lidarxistina mîhrîcanê di mercên koçberiyê de gaveke ku mîna wê nehatiya avêtin.
Rojnamevanan li ser asta bandoriya mîhrîcanê di gihandina dengê berxwedanê ji raya giştî ya cîhanê re, çawaniya belavkirina xelatan û asta ku sînemaya Kurdî gihaştiye pirs kirin.
Endamên Komîna Avrîn a Fîlman bersiva pirsan dan. Hate gotin ku mîhrîcana Lêlûn gavek ji bo pêşxistina sînemaya Kurdî û xizmeta doza kurdî û dozên cîhanê ne. Her wiha destnîşan kir ku hin derhêneran soz dan ku ewê dengê gelê Efrînê bigihînin cîhanê û ji bo dawazên wan dozek were vekirin. Endamê komînê diyar kir ku têkiliyên wan bi Ewropa û deverên din ên kurdnişîn re hene û dê bi rêya van têkiliyan xelatan bigihînin.