Îlon 29, 2020 10:35 Asia/Tehran
  • Fîlmê

Fîlmê "Ber bi rû" yek ji fîlmên ku bandoreke taybet li şêniyên Efrînê yên li Kampên Şehbayê kiriye.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Fîlmê "Ber bi rû" yê derhêner Zîlan Silêman, dema wê 8 deqe ye. Fîlm li ser çîroka du zarokan e ku tabloyekê li ser konê malbateke koçber li kampa Serdem a Herêma Şehbayê xêz dikin. Tablo li ser xwezaya Efrînê û darên Zeytûnan e, li aliyê din jî rûxandin û erdekî zuha û balafirên şer wê xwezaya xweşik hedef digirin. Di tabloyê de îşaret bi sûcên Dewleta Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê li Efrînê tê kirin, her wiha tê destnîşankirin ku çawa şêniyên Efrînê herêma Şehbayê ji xakeke zuha veguherandin bihuşteke kesk. Di fîlm de her wiha dîmenên topbarana li ser Efrînê û koçberiya şêniyan li ser çiyayê Lêlûnê ber bi Herêma Şehbayê ve, diyar dibe.

Di vê derbarê de, ajansa nûçeyan a Hawarê bi endama komîteya amadekar a Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî û derhênera fîlmê "Ber bi rû" Zîlan Silêman re hevpyevînek çêkir.

Zîlan Silêman wiha got: "Fîlm li ser topbaran û rûxandina ku balafirên Tirkiyê gihandiye xwezaya Efrînê û ziyana ku gihandiye şêniyên Efrînê ye. Her wiha behsa birîna darên Efrînê û şewitandina wan ji aliyê çeteyan ve dike. Li aliyekî din jî çandina daran ji aliyê şêniyên Efrînê va li herêma Şehbayê diyar dibe, ku ev nameyeke ku şêiyên Efrînê kuştinê naxwazin û aştî û ewlehiyê dixwazin. Her wiha nameyeke din dide ku vîna şêniyên Efrînê  xurt e û dev ji Efrînê bernadin, mayîna wan li Herêma Şehbayê jî tê wateya têkoşîn û îsrarê."

Zîlanê destnîşan kir ku kesên li fîlmê temaşe kirine, pir bi bandor bûne û wiha got: "Fîlmê bandoreke mezin li şêniyan kir. Temaşekeran 58 rojên berxwedanê li Efrînê anîn bîra xwe. Heke berhema mirov bandorê li derdorê bike, hestekî wiha dide mirov ku wî di aliyê hunerê de tiştekî mezin pêşkêş kiriye."

Şêniya bi navê Emîne Dîngilî wiha behsa fîlmî kir: "Fîlmê "Ber bi rû" bîranînên me yên rojên berxwedanê, topbaranê û koçberiya ber bi Şehbayê ve vegerand. Em ku ve biçin, em ê ji bo welat têbikoşin. Tabloya li ser konê malbateke koçber hatiye xêzkirin, 58 rojên ku Efrîniyan jiyaye şîrove dikin. Her wiha destnîşan dike ku çiqasî mirov dûra welatê xwe bikeve jî, ji bîr nake."
 

Serepeyv