Îlon 28, 2020 13:49 Asia/Tehran
  • Ji temrînkirin li pîsta axê heta derbaskirina rekora 45 salî ya bazdana berbipêş

Rêyhane Mubînî, jina bezvan a îranî dibêje heke beza jinan ji hêla aborî û manewî va were piştgirîkirin, dê pêşerojeke ronî li benda me be.

Li gorî rapora ISNAyê, Rêyhane Mubînî, jina bezvan a îranî di pêşbirkên Xelata Mezin a Beza Îranê da bi bazdaneke bi qasî 6.17 mitrê karî rekora 45 salî ya Bazdana berbipêş a jinan li Îranê ku beriya vêya bi 6.14 mitrî di destê Tûran Şadrû bû da, derbas bike.

Rêyhane di qonaxa yekem a qehremaniya kilûban jî bi 6.08 mitrê rekora kilûban di vê çiqê da (5.89 m) jorda bir.

Ew dibêje ku heke beza jinan ji hêla aborî û manewî va were piştgirîkirin, dê pêşerojeke ronî li benda me be.

 

Serepeyv