Li Spanyayê berhema herî kevn a Shakespeare li arşîva dibistanekî hat dîtin
Yek ji kopiyên lîstika herî dawî ya nivîskarê îngilîzî "William Shakespeare" li Spanyayê di arşîva dibistaneke keşeyan de hat dîtin. Tê texmîn kirin ku li Spanyayê ev berhema herî kevn a Shakespeare ye.
Li gorî rapora malpera Diyarname'yê ji zarê Euronewsê, Li gorî pisporan çapa yekem a lîstika "The Two Noble Kinsmen" bi sedan salan di arşîva Royal Scots College a li navçeya Salamanca de hatiye veşartin. Ji hîndekarên Zanîngeha Barselonayê Dr. John Stone ku ev pirtûk li arşîvê kifş kiriye dibêje, "Texmîn ew e ku ev kopiya lîstike di navbera salên 1635 û 1640'î de gihîştiye Spanyayê."
Di sedsala 17 û 18'an de li Spanyayê berhemên îngilîz zêde tunebûn. Li ser sînorê Engîzîsyona Spanyayê hemû pirtûk baş kontrol dikirin û berhemên ji dewleta Protestan a Îngilistanê dihatin hatibûn qedexekirin.
Texmîn ew e ku wê çaxê yekî ji Îngilistanê bi qaçaxî ev berhem aniye.
Dr. Stone ji bo AFP'ê wisa gotiye: "Min çawa ev pirtûk dît min fêm kir ku ev berhema Shakespeare ya herî kevn a li Spanyayê ye."
Kes nizane ev pirtûk çawa hatiye ketiye nava arşîva Royal Scots College.