Îlon 28, 2020 08:18 Asia/Tehran
  • Lêlûn; ​​​​​​​Fîlmên di mîhîrcanê de bi serketine hatin eşkerekirin

Mîhrîcana Lêlûn a Fîlman a Navneteweyî ku 7 rojan dewam kir bi eşkerekirina navên fîlmên serkeftî bi dawî bû.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Mîhrîcana Lêlûn a Fîlman a Navneteweyî di 21`ê Îlonê de li 'Kampa Berxwedan' dest pê kir û di 22`ê Îlonê dest bi pêşandana fîlman li her du kampên 'Berxwedan' û 'Serdem kir'. Mîhrîcan duh bi eşkerekirina navên fîlmên serkeftî bi dawî bû.

Çalakiyên mîhrîcanê duh jî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Şaziya Îbrahîm axivî û behsa berxwedana şêniyên Efrînê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê kir.

Şaziya derhênerên ku fîlmên li ser azarên gelê Efrînê di kampên koçberiyê de çêkirine û komîteya amadekar a mîhrîcanê ku 58 fîlm li gorî hejmara rojên berxwedana şêniyên Efrînê dane pêşandan, spas kir.

Saziyê teqez kir ku tevî mercên zehmet ku şêniyên Efrînê li kampên koçberiyê derbas dike jî, lê belê wan dev ji çanda xwe bernedaye û diparêzin.

Piştre bi navê Rêveberiya Herêma Efrînê Hediya Yûsif axivî û wiha got: "Em bejna xwe ji şehîdên rûmetê re ditewînin. Di vê demê de li kampa Berxwedanê Mîhrîcana Lêlûn Fîlman a Navneteweyî li dar e. Em hemû derhênerên ku fîlmên xwe şandine, dengê me bihîstine û êşên me rakirine, spas dikin."

 

Hediya Yûsif wiha dewam kir: "Me bi rêya mîhrîcanê nameyeke girîng da. Em ê bi vê mîhrîcanê nimûneya aştî û aramî bin."

Her wiha Hediya sedema hilbijartina navê Lêlûn jî wiha diyar kir: "Ji ber ku çiyayê Lêlûn şahidê koçberî û azarên gelê Efrînê bû."

Endama rêveberiya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Şehbayê Medya Hemdik jî wiha got: "Em serfiraz in ku me 2 hezar û 200 fîlm ji 150 dewletan pêşwazî kir û ji wan 58 fîlm li gorî hejmara rojên berxwedana Serdemê hilbijart."

Her wiha komîteya amadekar şêniyên Efrînê ku fîlm temaşe kirine û piştgiriya mîhrîcanê kirine, spas kir.

Piştre hunermend Mihemed Hac Wilo li tembûrê da û beşek ji folklora Efrînê pêşkêş kir.

Piştre bi rêya bernameya "Zoom" peywendî bi endamên komîteya biryardayînê ku li gelek welatên cîhanê ne, hate danîn.

Komîteyê kesên li ser mîhrîcanê disekinin û şêniyên Efrînê spas kir û hêvî kir ku 2`yemîn Mîhrîcana Lêlûn a Fîlman Navneteweyî li bajarê Efrînê bê lidarxistin.

Fîlmên ku di Mîhrîcana Lêlûn a Navneteweyî de bi serketine ev in:

Xelata komîteya biryardayînê ji fîlmê "El-Zemkan" ê derhêner Karim Tajouaout re hat dayîn.

Xelata Animation ji bo fîlmê "Ev alî, ew alî" hat dayîn.

Xelata fîlmê dekomenter ê herî baş ji fîlmê "Zilamê pîr û stranbêj" yê derhênerê Îranî Amir Osanlou, hat dayîn.

Xelata Jinê ji bo lîstokvana ku kesayeta Anahîta ya fîlmê "Return" lîstiye, yê derhêner Selman Denîz, hat dayîn.

Xelata jinê ya baştirîn derhêneriya fîlmê "Ber bi rojê ve" ji derhêner Zîlan Silêman re hat dayîn.

Xelata kurtefîlmê herî baş ji bo fîlmê "Return" ê derhênerê Kurd Selman Denzî re hat dayîn.

Xelata baştirîn derhênerî ji bo fîlmê "Ji bo azadiyê" yê derhêner Arsîn Çelîk re hat dayîn.

Her wiha 35 xelatên sembolîk ji bo saziyên sivîl ên beşdarî mîhrîcanê bûne, hatin dayîn.

Mîhrîcana Lêlûn a Fîlman a Navneteweyî bi çalakiyên hunerî yên komên Çand û Hunera Efrînê bi dawî bû.

 

 

Serepeyv