Îlon 27, 2020 18:19 Asia/Tehran
  • Protestoya fermî ya Îstiqlalê li hemberî daweriya dawerê Omanî

Berpirsên Klûpa Îstiqlala Îranê dest xwe piştî bidawîhatina hevrikiya vê tîmê û tîma Pakhtakora Uzbekistanê, nerizamendiya xwe ya fermî derheq şêwaza dawerîkirina dawerê omanî ya vê hevrikiyê diyar kir.

Li gor IRNAyê Îstiqlalê şeva borî binketina xwe li hemberî Pakhtakora Uzbekistanê qebûl kir û bi vî awayî ji nav rêza hevrikiyên Lîga Qehremanên Asyayê derket.

Dawerê omanî Ehmed El Kef di hevrikiya Îstiqlal û Pakhtakorê de daweriyeke pir şaş û ecêp pêşkêş kir bi awayekî ku di nîveka duyem ya hevrikiyê de çavên xwe ser  Penaltiya eşkera ya ser xêra Îstiqlalê girtin.

Her ev karê vî dawerî bû sedem ku piştî bi dawî hatin hevrikiyê û li gor dema diyarbûyî ji aliyê AFC de Nesrullah Ebdullahî berpirsê Îstiqlalê û Muhemed Husên Zerendî birêvebirê medyayî yê vê tîmê bi fermî nerizamendiya xwe ya nivîskî derheq daweriya vê dawerê omanî radestî Çavêrên Pêşbirkeyê kirin.   

Serepeyv